Mesrûr Barzanî hêvî dike 16ê Tebaxê bibe sedema bidest anîna destkeftin mezintir
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 73 saliya damezrandina PDKê û jidayik bûna Serok Barzanî peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi minasebeta bîranîna 73 saliya damezrandina partiya demorkata Kurdistanê, partiya Kurdatî û berxwedanê, herwiha salvegera roja ji dayikbûna Serok û Rêberê me Mesûd Barzanî gerimtirîn pîrozbayî li cenabê Serok, endam, alîgirên PDK, pêşmergeyên qehreman, malbetên serfiraz yên şehîdan û tevahiya xelkê Kurdistanê dikim.
Hêvî dikim ev minasebeta han bibe sedema bidest anîna destkevtin mezintir û jiyaneke berxtewertir bo gelê me û aştî, awedanî û aramiya zêdetir bo welatê me.
Mesrûr Barzanî
15ê Tebaxa 2019