Xurmatû…Ciwanek kurd ji dest DAIŞê hat rizgar kirin!

Îro li sînorê Xurmatû ciwanekî kurd ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû revandin, îro hate rizgar kirin.

Çavkaniyek agahdar li sînorê Xurmatû ku nexwast navê wî bê aşkera kirin, ji BasNewsê re ragehand; ‘’Îro 14.08.2019ê ciwanekî rûniştvanê gundê Duracî ya navçeya Dawude ya ser bi Xurmatû bi navê Serbest Mihemed Mehmûd li mal derketibû û piştre telefona wî daxistî bû û piştî ku kesûkarên wî demek dirêj lê geriyabûn nedîtibûn, êdî jê bêhêvî bibûn.’’

Heman çavkaniyê aşkera kir, îro ew ciwanê kurd hat azad kirin, piştre aşkera bû ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin.

Li gor zanyariyên BasNewsê piştî 16.cotmeha 2017ê ve terorîstên DAIŞê li sînorê gundên Pelkane, Şoraw û Xerre ya sînorên navçeya Dawude tevgera wan zêde bûye û ew gund jî dikevin sînorê navbera Xurmatû-Kifrî û gundên kurdan in.

BasNews