Sê kiçên din ji Êzdîyên revandî hatin rizgarkirin

August 13, 2019

Nivîsngeha Rizgarkirina Êzdîyên Revandî li Duhokê ragehand, Sê kiçên din ji Êzdîyên revandî ji alîyê Daişê ve hatin rizgarkirin.

Husên Qayîdî, rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandîyên Êzdî li parêzgeha Duhokê ragehand: Nivîsîngeha wan şîya sê kiçên din ên Êzdî yên revandî ji alîyê Daişê ve bi navên (A.B.X) temen 19 sal, (A.D.B) temen 16 sal û (W.E.E) temen 18 sal, li Suriyê ji dest çekdarên Daişê rizgar bikin, ku li 15yê Tebaxa sala 2019yê li gel malbata wan li gundê Koço ji alîyê Daişê ve hatibûn revandin.

Qayîd got: Piroseya rizgarkirina wan sê kiçan, bi rêya Nivîsngeha Rizgarkirina Êzdîyên Revandî li Duhokê bûye û niha li ciheke paraztî ne û di rojên dahatî de dê vegerin nav kesûjkarên xwe.

Qayîdî, tekez jî kir, ku  Nivîsngeha Rizgarkirina Êzdîyên Revandî  di hewlên xwe berdewam in bo rizgarkirina ew revandîyên ku heya niha nehatîne rizgarkirin û eşkere jî kir herçende di niha de karên dijware lê ne mehale.

Ev jî di demekê de ye her evro Mahir Şengalî bi nûçegihanê Kurdistan24 ragehandibû, ku kiçeka din a Êzdî bi navê Dilsoz Misto Emê, ku xelka gundê Koço ye ser bi qezaya Şengalê, piştî 5 salan ji revandina wê ji alîyê çekdarên Daişê ve ji Kempa Holê ji rojava ya Kurdistanê ji alîyê Hêzên Suryaya Demokrat (HSD) hatîye rizgarkirin û li Şengalê bi kesûkarên xwe careka din şad bûye.

K24

 

Please reload