Mizrakli: Ev ne niyetpakî bedniyazî ye

Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli bertek nîşanî redkirina serlêdana xwe ya ji bo serdana zarokên ÇODEM û Sîteya Malên Zarokan da û diyar kir ku bersiva ku ji aliyê Miduriyeta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ya Bajar ve hatiye dayîn, ne niyetpakî bedniyazî ye.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, bi munasebeta Cejna Qurbanê ji Miduriyeta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ya Bajar daxwaz kir ku bi rêza wan serdana zarokên ku li Navenda Piştgiriya Zarokan (ÇODEM) û Sîteya Malên Zarokan dimînin, bike. Miduriyetê daxwaza Mizrakli bi van gotinan red kir: "Di encama nişrxandinên ku hatine kirin de serdana we guncav nehatiye dîtin

Mizrakli têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku hin pêşaniyên rêveberiyên herêmî hene û wiha got: "Pêşaniyeke me jî zarok in. Bi taybetî jî zarokên bê dê û bav. Di vê çarçoveyê de ji bo agahiya wan jê hebe me ji saziyê re nivîsek nivîsand. Di şert û mercên asayî de cihên wiha divê ku mirov li derê wan bide û biçe serdana wan. Lê ji bo rê li ber hin tiştên din veneke mez ji wan nivîs nivîsand. Bersiva miduriyetê ne li gorî sinca burokrasiyê ye û bi zimanekî ku derveyî nirxên mirovahiyê hatiye nivîsandin. Ev tenê ne pirsgirêka di navbera hilbijêr û kesên hatine tayînkirin de ye. Di vir de valahiyeke ferasetê heye. Bersiva hatiye dayîn ne niyetpakî bedniyazî ye."

Mizrakli herî dawî destnîşan kir ku ji niha şûn de jî dê ji bo gelhatina zarokên ÇODEM û Sîteya Malên Zarokan daxwazên wan çê bibin.

MA