Karakoç: Erdogan di cejnê de jî gefê dixwe
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Refîk Karakoç ragihand, rewşa navçê ne aram e, di cejnê de jî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefê dixwe û ti wateya cejnê nemaye.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç ji K24ê re ragihand, li herêma roj bi roj bêkarî pir dibe, êrîşkirin heye û aramî nemaye û ti wateya cejnê nemaye.
Herwiha got: Em dixwazin cejn di şer û mercên aştiyê de bêne pîrozkirin. Lê mixabin ew şert û mercên aştiyê di nava Rojhilata Navîn, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de nemaye.
Diyar kir jî, Serokomarê Tirkiyê di gotara taybet a cejnê de gefê dixwe û behsa êrîşkirina ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dike, ev jî gotineke ne rast e. Cejn wateya aştî û birayetiyê ye ji bo hemû gel bi hev re bi aştî û biraytî bijîn.
K24