Di civîna Encûmena Bajarê Umriyê de li ser zimanê Tirkî û Kurdî alozî derket

Di civîna Encûmena Bajarê Umriyê ya Rojhilatê Kurdistanê de, di navbera nûnerekî Kurd û Şaredarê Tirk ê bajêr de alozî derket.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve, alozî ji ber wê yekê derket, ku Şaredarê Urmiyê, Mihemed Hezretpûr ku ji pêkhateya Tirkên Azerî ye, di civîna fermî ya Encûmena Bajêr de bi zimanê Tirkî diaxive û piştî nerazîbûna endamekî Kurd ê encûmenê jî razî nabe dest ji axaftina bi zimanê Tirkî berde.

Dîmenên vîdeoyî yên aloziya di civîna Encûmena Bajarê Urmiyê de li ser torên civakî jî bi awayekî berfireh belav bûye.

Di vîdeoyê de derdikeve, ku Şaredarê Urmiyê yê Azerî, Mihemed Hezretpûr li ser dikê li pişt mîkrofonê diaxive, û piştî demekê de nûnerekî Kurd ê encûmenê yê bi navê Xalid Hatemî li hember vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide.

Xalid Hatemî li cihê xwe radibe û daxwaz ji Şaredarê Urmiyê dike ku di civînê de bi zimanê fermî yê Îranê, zimanê Farsî biaxive, daku ew û kesên din ên Kurd jî ku bi Tirkî nizanin, ji gotinên wî fêm bikin.

Lê belê Şaredarê Azerî yê Umriyê, Hezretpûr guh nade daxwaza wî endamê Kurd ê Encûmena Bajarê Urmiyê û bi awayekê henekî jê re dibêje, di wan civînên encûmenê de ku mijar derbarê azeriyan de be, ew dê bi Tirkî biaxivin, lê di civînên din de ew dikarin bi zimanê hevbeş biaxivin.

Endamê Kurd ê encûmenê, Xalid Hatemî li ser îtiraza xwe berdewam be û dibêje; çareya min ê Kurd ku bi Tirkî nizanim çî ye, di bersivê de Şaredarê Urmiyê bi henekî û weke bêrêzî wiha bersiv dide: Çare her ev e ku bi Tirkî biaxivî.

Weke di di dîmenên vîdyoyê de tê dîtin û bihîstin, çend kesên li pişt kamêrayê ke nexuya ye kî ne, bi dengekî bilind dikenin û ji ber gotinên nijadperestî yên Şaredarê Urmiyê, ji wî re çepikan lêdixin.

Piştî wê nîqaşê, endamê Kurd ê Encûmena Bajarê Urmiyê weke nîşana nerazîbûnê ji civîna encûmenê derdikeve.

Belavbûna dîmenên vîdyoyî yên nîqaşa navbera endamê Kurd ê encûmena bajêr û Şaredarê Urmiyê yê Azerî, di nav torên civakî de gelek bertek li pey xwe anîne.

Piraniya bikarhênerên torên civakî yên Kurd, Fras, Lor û ji pêkhateyên din, helwesta Şaredarê Urmiyê şermezar kirine û piştgirî dane endamê Kurd ê Encûmena Bajarê Urmiyê û xwestine, ku di civînên fermî yên bajarên Îranê de û bi taybet bajarên ku pir pêkhate ne, zimanê fermî yê Îranê were bikarbirin.

Her îsal di demah bihorî de, komek çiyavanên Azerî dema ku hilkişiyabûne ser Çiyayê Bozê Sîna ku dikeve rojavayê bajarê Urmiyê, navê çiya guherîbûn û navekî tirkî lê kiribûn, lê piştre du grûpên çiyavanî yên ji Urmiyê û Şinoyê bi bernameyeke hevbeş, hilkişiyabûne ser wî çiyayî û tabloya bi tirkî ya navê çiya anîbûne xwarê û cardin tabloya navê Kurdî û resen ê Çiya li ser gupika çiyayê Bozê Sîna çeqandibûn.

Urmiye bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye, ku ji bilî Kurdan pêkhateyên Azerî û Aşûrî jî lê dijîn, lê belê rêveberiya bajêr di destê Azeriyan de ye, ku li ser mezhebê Şîe ne û hikûmeta Tehranê jî piştgiriya wan dike.

RÛDAW