top of page

Li Qersê kevneşopiya beranê "saçiya bûkê"

Li najarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê beriya Cejna Qurbanê mala xezûrê bûka destgirtî ya li mala bavê xwe ji bûkê re beran dişînin û ev kevneşopî bi sedan salan e berdewam e.

Kevneşopiya beranê ji bo "saçiya bûkê" dişînin ya li gelek ciyan hat jibîrkirin li Qersê hêj dewam dike. Mala bavê zavê beranekî mezin dikire, dixemilîne, eniya wî hina dike û wekî xelat zêrekî pê ve dike û ji bûka xwe re dişîne.

Malbata Emre Alp ê zava li Qersê jî ji bo domandina vê kevneşopiyê beran kirî, xemiland û radestî mala bavê bûkê ya li navçeya Qamuşanê kir.

Emre Alp got dixebitin ku kevneşopiyê bidomînin û wiha pê de çû: "Kevneşopî ji kal bavên me maye û em ji mala bavê bûkê re beran dişînin. Me li Qersê beran kirî bi pifik û nivîsan xemiland, zêrek di histûyê wî de kir û anî Qamuşanê. Xwedê vê têxe nesîbê hemû kesên dizewicin. Cejna Qurbanê ya her kesî pîroz bibe."

Humeyra Laçîn a destgirtiya Emre Alp jî diyar kir ku li gor edetên herêmê beriya cejnê beranekî dişînin mala bûkê ku dikin qurban û wiha axivî: "Destgirtiyê min li Qersê beranek kiriye û ji bo min amade kiriye şande mala me. Xwedê ji wî û malbata wî razî bibe, sipas dikim."

RÛDAW

bottom of page