“10 pîrek, 10 zilam, giş ê qefle anîn û xwedîkirin. Giş mirin”

“Ca min û bavê min ê qeflê bûn. Eskera ew wek pez dabûn ber xwe. Bavê mi Merdinliya ew girtibû. Ca mi jî Wêranşarê mezin bûbû..”

Ev beşek ji axavtina Hecî Litfiya, jina bavfile ye. Bavfile ji wan kesan re tê gotin ku an jî ew kesên ku dê û bavên wan ne misilman bûne lê bi darê zorê kirine misilman. Bi taybet piştî Fermana Filehan, ermen, suryan û kurdên êzidî, kesên ji ber fermanê rizgar bûne, darê zorê kirine misilman. Dê û bavê Hecî Litfiya jî ermen bûne.

Di dema Fermana Filehan a sala 1915ê de gelek ermen, suryan û êzidî, qefle bi qefle ji gelek deverên Anatolyayê û Kurdistanê şandine ber bi Heleb û Dêra Zorê. Ji bo ku li wir di kampan de bên girtin. Di rê de bi taybet mêr hatine kuştin. Niştecihên gund û bajarên li ser rêya qefleyan jî dest danîne ser jin û zarokan.

Hinek ji van bi misilmanan re zewicî ne û rizgar bûne. Paşê beşek ji van kesan û malbatên wan gihîştine hev û li hev vegeriyan e. Lê gelek ji wan bi navên xwe yên tirkî û erebî, jiyana xwe weke misilmanan berdewam kirine.

Hecî Litfiya jî yek ji van kesan e.

Fotograf: Ferid Demirel / bianet

Ferid Demirel