Têlbendkirina zincîre çiyayên Munzûrê bûye sedema fikaran li nav xelkê

Ji ber têlbendkirina zincîre çiyayên Munzûrê û ragihandina navçeyên kanzayî, metirsî li ser xwezaya wê deverê pêk hatiye û niştecihên wê herêmê jî dibêjin ew neçar in ku navçeya xwe çol bikin.

Hikûmeta Tirkiyê bi armanca derxistina kanzayan biryara têlbendkirina zincîre çiyayên Munzûrê li parêzgeha Dêrsima Bakûrê Kurdistanê daye û di vê çarçovê de heta niha nêzikî 400 heta 450 kîlometre weke navçeya kanzayî hatine ragihandin.

Niştecehên wê herêmê jî dibêjin ji ber wê pirojeyê ew neçar in ku navçeyên xwe çol bikin û wê ziyaneke mezin jî bigehe xwezayê wê navçeyê.

Biryara têlbendkirina zincîre çiyayên Munzurê li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve û karkirin bo derxistina kanan li wê deverê, bûye sedema karvedaneke zêde ya xelkê.

Dêrsim ku di warê samanên bin erdê de navçeyeke dewlemend e, 145 projeyên derxistina kanzayan lê tên cîbicîkirin.

Hikûmeta Tirkiyê biryar daye tevahiya çiyayên Munzurê bi dirêjahiya 75 kîlometreyan, were têlbendkirin ku beşeke Parka Niştimanî ya Munzurê jî li xwe digire. Mohleta karkirina di projeyê de jî kompanyayeke sektora taybet wergirtiye.

Endamê Federasyona Komeleyên Dêrsimê, Îbrahîm Yel derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, “Niha nêzikî 400-450 kîlometre wek navçeya kanzayan hatine ragihandin. Li bakurê çiyayên Munzurê kanek heye taybet e bi mûşek û teqemenî, krom heye, kana bore heye, li beşê başûrê çiyê jî kaneke taybet bi derxistina zêr heye, ev hemû navçe bo derxistina kanan hatine destnîşankirin."

Karbidest û xelkê navçeyê, amaje bi wê yekê dikin ku ji ber wan projeyan neçar dibin deverên xwe vala bikin û zirareke zêde jî digihe xweza û jîngeha deverê.

Endamê Encûmena Şaredariya Pulurê, Aydin Sam jî dibêje, “Di 94ê de dema gundên vê deverê hatin valakirin, hejmareke zêde ya xelkê neçar bûn koç bikin û warê xwe bicîh bihêlin. Bi vê jî beşeke Pulurê bi tevahî hat valakirin. Zirareke zêde gehişte xelkê navçeyê û pêla koçberiyê destpê kir. Niha jî bi vê biryara ku navçe wek cihê kanan hatiye diyarkirin, rewş dubare dibe.”

Welatiyên deverê ku piraniya wan Elewî ne, nîgeran in û daxwazê ji hikûmetê dikin ku biryara xwe careke din di ber çav re derbas bike.

Nişteciha Pulurê, Beser Yilmaz jî diyar dike, “Ez ne dixwaz im dewlet hevkariya min bike, ne jî tiştekî dixwaz im. Tenê dixwazim destê xwe dirêjî navçeya min neke. Bila ji me dûrbikevin. Em dixwaz in li vê derê bijîn, bila xwezaya me têk nedin, hewaya me têk nedin. Çi ji xweza û hewaya me dixwazin, bila destê xwe nedinê.”

Welatiyê bi navê Ali Ihsan Er ku ew jî niştecihê devera Pulurê ye, dibêje, “Bi siyanurê hemû tiştekî wêran dikin, em wê dizanin û hest bi wê rastiyê dikin. Dêrsim yek ji cihên xwezayî yên Tirkiyê ye, xwezaya devera me têk didin. Em vê yekê dizanin û naxwazin."

Qeymeqamiya Bajarokê Pulurê bi nivîsekê ku roja 16ê Hezîranê ji muxtaran re şandiye, gundên Arslan-dogmuş, Gozeler, Yeşilyazi, Kuşluca, Yarimkaya, Yaylagunu, Molaaliler û Buzlutepe wek "herêma karesatbar" îlan kir û daxwaza valakirin û rûxandina wan gundan kir.

RÛDAW