Mesrûr Barzanî: Hêvî dike aloziyên deverê bi dawî werin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê peyamek belav kir.
Sibê cejna Qurbanê ye. Bi vê helkeftê Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir. Naveroka peyamê wiha ye:
“Bi minasebeta hatina cejna qurbana pîroz, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û bi taybetî cejna malbetên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz dikim.
Di wan demên pîroz da hêvî dikim alozî û nakokiyên li deverê bi rêya diyalogê û bi awayekî aştiyane bi dawî bên û aştî û aramî li deverê zal be.
Hêvî dikim bi yek rêzî û tebayî em hemû bi hev re hevkar bin bo xizmetkirina zêdetir ya gel û pêşketina welat.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
10.8.2019
KTV