Qedrî Can

Îro 47 sal di ser koça dawî ya nivîskar û helbestvanê Kurd, Qedrî Can re derbas dibin. Qedrî Can ku bi helbestên xwe qonaxeke nû di helbesta Kurdî ya nûjen û azad de dabû destpêkirin, di heman demê de çîroknivîs û wergêr jî bû.

Helbestvan û ronakbîrê Kurd Qedrî Can, navê wî yê rast Ebdilqadir Ezîz can e. Sala 1911an li devera Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Parêzgeha Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê hate ser rûyê dinyayê.

Qedrî Can xwendina xwe ya seretayî û navendî li wir bi dawî anî û paşê xwendina xwe li bajarê Konyayê berdewam kir. Lê piştre Binxet bû û li bajarê Amûdê rûnişt û dûre jî sirgûnî Şamê bû û li wir xatirê xwe ji jiyanê xwest.

Nivîskarê Kurd Qedrî Can ku wek nûxuriyê Hawarê dihat naskirin, piraniya nivîsên xwe di rojname û kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû de belav kirin. Qedrî helbestvan, çîroknivîs, gotarnivîs û wergêr bû.

Wî gelek helbestên girîng û navdar afirandin wek: Rêya Taze ku sala 1936an hat nivîsandin û li gor gelek kesan mîna destpêka helbesta Kurdî ya nûjen tê hesibandin. Herwiha Gula Sor, Loriya Bedirxan, Şêrê Welat Barzanî hat, Hesinkar, Name ji xortên Cizîrê re, Serokê Komara Mihabadê, Cejna Oktoberê, Ez diçim Moskoyê û hin helbestên din.

Di warê çîroknivîsiyê de jî, Qedrî Can gelek çîrok li pey xwe hîştine wek: Gundê Nûava, Serencam, Gulçîn, Muhra Silêman, Heyva Çardeşevî, Rojên Derbasbûyî, Birayên Xwînê û hin çîrokên din.

Ji xeynî helbest û çîrokan jî, Qedrî Can gelek gotar di Hawar û Roja Nû û Ronahiyê de nivîsandine, mîna: Bihara Dêrikê, Silêman Bedirxan, Şîna xalê min û Yaneya Serkewtin. Herwiha pêşgotina dîwana yekem a Cegerxwîn nivîsandiye.

Ji bilî van Can di warê wergerê de jî xebitiye. Wî alîkarî di wergera romana (Şivanê Kurd) a Erebê Şemo de kir û çîroka nivîskarê Misrî (Menfelûtî) ya bi navê (Tayek porê spî) wergerand Kurdî. Herwiha pirtûka nivîskarê Rûs Grigory Petrov (Li Welatê Zembeqên Gewr) kir Kurdî.

Qedrî Can di 9 Tebaxa a sala 1972an de, li Şama paytexta Sûriyê koça dawî kir û li goristana Şêx Xalidê Neqişbendî li Taxa Kurdan bi axa sar hat spartin.

Kaynak: Qedrî Can

Rûpela nû