Serkirdeyekî PDKê bi tundî hişyarî da PKKê

Endamekî serkirdetiya PDKê bi tundî rexne li PKKê girt û ragihand, PKK li ku be beşek ji piroseya dagîrkariyê.

Endamê serkirdetiya PDKê, Elî Ewnî li ser gef û tehdîdên PKKê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji BasNewsê re got, PKK li ku be beşek ji piroseya dagîrkariyê ye; li Şingalê beşek ji dewleta Iraqê ye, li Sûriyê beşek ji dewleta beisî ya Sûriyê ye, li Tirkiye beşek ji Ergenekonê ye, li Îranê jî beşek ji qerargeha Remezan e ya sipaha pasdaran e.

Elî Ewnî behsa gotinên hevseroka KCKê Besê Hozat jî kir û got, Besê Hozat dibêje “Şingal beşek ji Iraqê ye û em pê serbilind in!” Di demekî de li gorî madeya 140 ya Iraqê, xelkê Şingalê dê biryar bidin ka Şingal beşek ji Iraqê ye yan Kurdistanê.

Ewnî anî ziman ku PKK xwe wek qehreman dibîne û got, bernameya wan ya xirakirina Herêma Kurdistanê heye.

Wî endamê serkirdetiya PDKê da xuyakirin ku PKK dibêje “emê Başûrê Kurdistanê jî biparêzin!” û got, dibêjin emê Başûr biparêzin lê çima naçin Efrînê biparêzin! Çima naçin ji Rojava ve êrişî Tirkiyê bikin, tên ji Başûr ve êrişî Tirkiyê dikin!

Bi gotina Elî Ewnî, karê herî baş yê ku PKK bike ew e ku şer û xebata xwe veguheze Tirkiyê.

Ewnî, hebûna PKKê li Bşaûrê Kurdistanê wek “ziyana mutleq” da zanîn û hişyarî da PKKê ku nebe sebeba wê ku xaka Herêma Kurdistanê were dagîrkirin.

BasNews