top of page

15 berhemên Kurdistanê bo Amerîkayê tên hinardekirin

Herêma Kurdistanê 22 berheman hinarde dike ku 15 ji van berheman bo Amerîkayê tên hinardekirin.

Li gor amarên ku ji aliyê Fermangeha Kompaniya Hinerdekirin û Hawirdekirinê ya Herêma Kurdistanê, heta niha beşeke wan bi berdewamî û beşek jî li gor daxwazê, bi giştî 22 berhem ji Kurdistanê bo gelek welatên cîhanê tên hinardekirin.

Di nav 15 berhemên ku ji Herêma Kurdistanê bi berdewamî bo derveyî welat tên hinardekirin, kevilê ajalan, rûvî, karton, alumînyûm û plastîk cih digirin.

Li gor amarên hatine belavkirin, kevilê ga, ji bo Tirkiye, Misir, Îtalya, Koreya Başûr, Spanya, Polonya, Amerîka û Çînê tê hinardekirin.

Herwiha hiriya pez û hiriya reş jî di nav wan berheman de ku bo Libnan, Tirkiye û Pakistanê tên hinardekirin.

Li gor amarên Rêveberiya Bazirganiyê, bi rêya 199 moletan, 321 hezar û 772 ton kevilên ajalan, rûvî, hirî, karton, alumînyûm û plastîk hatine hinardekirin. Li gel van berheman 24 ton hejîrên hişkkirî û 5 ton simaq jî hatine hinardekirin.

Jibilî van keşk, simaq, genimê hurkirî, savar, sirkeya hinaran, doşava tirî, kizwan, binevş, berû, sîrên hişkkirî, kuncî, nanê sêlê û beqla jî di nav wan berheman de hene.

Ew berhem taybet jî ji aliyê karsazên Kurd ve ji cotyarên Kurd tên wergirtin û bi rêya kargoyê bo Amerîka, Kanada û hejmareke welatên Ewropayê tên hinardekirin.

Karsazê Kurd Îbrahîm Kinêrî, radigihîne ku ev 5 sal in di vî warî de kar dike.

Îbrahîm Kinêrî diyar dike, heftane navbera 200 heta 250 kilo nok, keşk, simaq, genimê hurkirî, savar, sirkeya hinaran, doşava tirî, kizwan, sîrên hişkirî, kuncî, nanê sêlê bi rêya kargoyê hinardeyî Amerîka û welatên Ewropayê dike.

Ew berhemên ku Îbrahîm Kinêrî û karsazên din hinarde dikin, li amarên Rêveberiya Giştî ya Bazirganiyê nayên tomarkirin. Ji ber ku li gor yasayên Iraqê, berhemên hinardekirî yên ku rêjeya wan di bin tonekê de be pêwistî bi wê nake, bên tomarkirin.

Herwiha eger ev berhem li gor yasayên welatên bo tên hinardekirin bin, pesendkirina tenduristiyê pêwîst nake. Ji ber ku ew berhem li ser daxwaza şexsan tên hinardekirin.

Li gor demsalê daxwaza bo berheman diguhere

Kinêrî diyar dike ku li gor şert û mercên demsalê daxwaza bo beşeke berheman zêde dibe û nimûne dide, “Li meha Remezanê tirî, hejîrên hişkkirî, beqle û berhemên dexl û dan. Zivistanê jî bo keşk, genim, kizwan û sîrê daxwazeke zêde heye. Carna ku dema daxwaz zêde be em neçar dimînin ku molet bistînin. Salane bo hinardekirina 50 ton bi du konteyniran bo Amerîka û Kanadayê, me molet wergirt.”

Berpirsê Hinardekirinê yê Kompaniya Metîn Ekspres, Basak Şêrwan jî dibêje, “Du mehan carekê bo şandina 500 heta 600 kîlo beqla bo Ewropa û Amerîkayê em karê veguhastinê pêk tînin. Destpêka îsal navbera 10 heta 15 ton domalan me hinardeyî Îmarat û welatên Ewropayê kir. Herwiha di navbera 100 heta 200 kîlo berhemên dexl û dan û biharat hinarde kirine.”

Ji ber ku li Kurdistanê balafirên kargoyê yekser bo Amerîkayê nîn in, ew berhem bi rêya Uman, Stenbol û Bêyrûdê bi awayekî transit bo Amerîkayê tên veguhastin.

Basak Şêrwan dibêje bo sere her kîloyeke wan berhemên tên hinardekirin, lêçûneke 6-7 dolar bo xwediyên wan çêdibe.

Li gor amarên Rêveberiya Weternêrî ya Çavkaniyên Av û Cotyariyê ya Kurdistanê, rûvî û hirî jî di nav de salane 600 heta 700 ton berhem bo Tirkiye, Libnan û Pakistanê tên hinardekirin.

Cîhad Nureddîn ku karsazekî ji Hewlêrê ye dibêje, “Berî niha me hezar rûvî hinarde dikirin. Lêbelê li gel du karsazên din me karî bikevin pîyasa Pakistanê û niha du mehan carekê 20 ton rûvî di ser Îranê re hinardeyî Pakistanê dikim. Her tonek 6 hezar dolar karekê bi xwe re tîne. Bi gotienek din em dikarin bibêjin derdora 2 heta 3 milyon dolar tên Herêma Kurdistanê.”

‘Daxwazeke zêde bo berhemên Kurdistanê heye’

Par bo cara yekem Herêma Kurdistanê beşdarî Pêşangeha Berhemên Organîk a li Îmaratê bû. Di çarçova pêşangehê de hingiv, hinar, sirkeya hinaran, simaq û zeyt hatin danasîn.

Rêveberê Karûbarên Baxçeyan ya Wezareta Çavkaniyên Avê û Cotyariya Kurdistanê Huseyîn Hemekerîm beşdarbûna wan a bo wê pêşangehê ji bo pêşkêşkirina berhemên ji Kurdistanê weke derfeteke baş pênase dike û destnîşan dike ku bo berhemên Herêma Kurdistanê elqeyeke zêde hatiye nîşandan. Hemekerîm dibêje lêbelê kêşeya wan veguhastina berheman e bo wan welatan.

Huseyîn Hemekerîn diyar dike ji bo vê yekê jî pêwîstiya wan bi alîkariya kerta taybet heye û radigihîne, “Ji bo beşeke berhemên Kurdistanbê eleqe heye û ev berhem di bazara derve de nîn in.” Hemekerîn dibêje divê lêkolîn bê kirin û bazara guncaw bê dîtin û aşkere dike ji ber ku lêçûnên hinardekirinê zêde ne ev yek dibe astengî li pêşiya beşeke berhemên Kurdistanê bo ku li bazara derve bi berhemên din re bikevin hevrîkiyê. Hemekerîn destnîşan dike ji ber vê yekê divê organîze bibin.

Li Herêma Kurdistanê benderek nîn e û lêçûnên veguhastina wan berheman bo derve zêde ne.

Ew berhemên ku tên hinardekirin divê rapora wan a tenduristiyêm hebe û divê navdenêdn ku van raporan didin jî li wan deverên hilberînê bin. Lêbelê ev yek li Kurdistanê nîn e.

Hilberîner li deverên cuda dimînin. Pêwîst e li wan deveran bi rêya kerta taybet ew berhem bi koordîneyî bên berhevkirin û bên veguhastin bo bazara cîhanê.

Cotyar jî pabendî rêbazên kompaniyan nabin û nikarin bersiva daxwazan bidin.

Ev hemû jî dibin asteng li pêşiya zêdetirîn hinardekirina berhemên Kurdistanê bo welatên cîhanê.

RÛDAW

bottom of page