Şam rêkeftina “Herêma ewle” red dike Kurdan tometbar dike

August 8, 2019

Hikûmeta Sûriyê rêkeftina Amerîkî – Tirkî ya derbarê “Herêma ewle” de bi yekcarî red dike û hin aliyên Kurdî tometbar dike ku ji projeya dagîrkeriya Amerîkî – Tirkî re bûne alav.

Jêderekî fermî ji Wezareta Derve û Koçberan a Sûrî ragihand, Sûriye bi yekcarî rêkeftina her du welatanê dagîrker Amerîka û Tirkiye ya bi navê “Herêma ewle” re dike. Ew rêkeftin destdirêjiya ser serweriya Sûriyê û yekperçeyîya wê û li dijî yasaya navdewletî û belgeyên Netewên Yekgirtî ye.

Wî jêderî ragihand jî, hin aliyên Kurdî ji projeya dagîrkeriya Amerîkî – Tirkî bûne alavek, ew di ber vê rewşa niha de berpirsyar in û divê li siyaseta xwe vegerin û vegerin hembêza Sûriyê û artêşa Sûriyê û berevaniyê di ber serweriya Sûriyê de bikin û yekperçeyîya xak û gelê Sûriyê biparêzin.

Herwiha wî jêderî daxwaz ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî kir, dagîrkeriya Amerîkî – Tirkî şermezar bike û çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bibîne.

Di çend rojên bûrî de şandeke leşkerî ya Amerîkî li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê re civiyabû, duhî û piştî bidawîbûna civînan jî hate ragihandin ku Amerîka û Tirkiyê li ser avakirina “Herêma ewle” li rojhilatê Firatê lihev kirine.

K24

S. B

 

Please reload