Partiyên Kurdistanî li dijî operasyonênTirkiyeyê ne
Rêveberên Dewleta Tirkiyeyê radigihînin ku ji bo encamdana operasyoneke serbazî li hemberî rojhilatê Çemê Firatê plan û amadekariyên serbazî temam kirine û li benda hevkariya Amerîkayê ne. Nûnerên partiyên Kurdistanî yên li Diyarbekirê bertekan nîşanî helwesta Tirkiyeyê didin. Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê Henîfî Turan, mînaka Efrînê dide û dibêje; Tirkiye bi destê Artêşa Azad demografiya Efrînê têk bir û niha jî dixwaze ku demografiya rojhilatê Çemê Feradê têk bibe. Li gorî nêrîna Turan, Kurd tenê dikarin bi tifaqê berjewendiyên xwe biparêzin.
Henîfî Turan - cîgirê serokê yê PAk'ê, dibêje:" Divê Kurd yekrêziya nav mala xwe ava bikin. Divê li Rojavayê Kurdistanê TEV-DEM û ENKS li ser esasên peymana Hewlêr û Duhok'ê peymaneke nû saz bikin û li gorî vê peymanê rêveberiyeke hevbeş ya aborî, siyasî û leşkeri ava bike."
Li gorî nirxandina rêveberên partiyên Kurdistanî, hinceta Tirkiyeyê ya operasyonê ne rast e û Tirkiye dema ku bikeve derekê hêdî ji wir dernakeve. Nûnerên partiyên Kurdistanî amaje dikin ku Herêma Kurdistanê divê nebe qada şerê Tirkiye û PKK'ê. Li gorî nêrîna Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak, divê her alî rêzê li hebûn û yasayên Kurdistanê bigire.
Sertaç Bucak - serokê Platforma Demokratên Kurd, dibêje:"Herêma Kurdistanê wekî çavê hemû Kurdan e. Ewlekariya herêma Kurdistanê û rêzlêgirtina Herêma Kurdistanê berpirsiyariya hemû Kurdan e."
Li gorî nirxandina rêveberên partiyên Kurdistanî, armanca Tirkiyeyê ew e ku pêşiya piştgiriya Amarîkayê ya ji bo HSD'ê bigire û nehêle ku korîdoreke ku heta digihe Behra Spî veke. Lê li beramberî vê yekê Amerîka jî bi pitşgiriya HSD'ê dixwaze ku ji %30'ê axa Sûrî kontrol bike, pêşiya Îranê bigire û çavkaniyên enerjiye kontrol bike. Rêveberên Partiyên Kurdistanî bang li Amerîka û Ewropayê dikin ku têkoşîna Kurdên Başûr û Rojava ya li hemberî DAÎŞ'ê ji bîr nekin li gorî wê destkeftiyên Kurdan jî biparêzin.
K24
Hesen Kosen