Erdogan: Em ê tevgera Mertalê Firatê û Çiqlê Zeytûnê derbasî merheleyeke din bikin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Serokomariyê ya li Enqereyê di 11em Konferansa Serkonsolonsan de axivî ye.

Erdoganî derbarê pirsgirêka penaberan û polîtîkayên Sûriyeyê kiriye û wiha axivî ye:

“Tiştên di dema dawiyê de hatine serê me, bi me daye xuyakirin ku yên ne li qadê bin, nikarin li ser maseyê jî bin.

“Çi bi diyalogê, çi bi hêza nerm, çi bi dîplomasiya gefxwar û çi bi bikaranîna hêzê be em ê teqez berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêzin.

“Em ê di demeke kurt de bibin merheleyeke din”

“Zuhakirina çirava li bakurê sûriyeyê girîngtirîn pirsgirêka welatê me ye. Heta ev rewşa ku li sînorê me yê başûr weke penceşêrê mezin dibe û bi çekên giran ên hevalbendên me mezin dibe, ji holê ranebe, Tirkiye nikare xwe di bin ewlehiyê de bibîne.

“Heke ku em îro tiştên hewce dike nekin, Xwedî biparêze sibê em ê neçar bimînin ku berdelên giran bidin û vê bikin.

“Em ê tevgera Mertalê Firatê û Çiqlê Zeytûnê derbasî merheleyeke din bikin. Di encama vê de em ê korîdoreke aştiyê ava bikin ku birayên me yên sûriyeyî wê bikaribin li vir di nava aramî, selametî û ewlehiyê de bijîn.”

Çi bûbû?

Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî 4ê Tebaxê gotibû, “Em ketin Efrîn, Cerablûs û Babê. Niha jî em ê bikevin Rojhilatê Firatê. Me ev ji Rûsya û DYAyê re jî gotiye.”

Wezîrê DYAyî: Em ê bibin asteng

Mark Esper, Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê (DYA), gotiye, heke Tirkiye destwerdaneke yekalî li bakurê Sûriyeyê bike, ew ê li hemberî vê bibin asteng.

Esperî di dema çûna Japonyayê de daxuyanî daye ku di heman demê de rayedarên DYA û Tirkiyeyê derbarê rewşa li Rojhilatê Firatê gotûbêj dikirin.

Wezareta Berevaniya Milî daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku hevdîtinên di navbera her du rayedarên dewletan de îro di 10.30 deqîqeyan de dest pê kiriye. Civîna di nav bera rayedarên DYA û Tirkiyeyê de duh li Avahiya Wezareta Berevaniya Milî dest pê kiribû.

Esperî wiha nirxandin kiriye:

“Tiştê ku em ê bikin ev in: DYA li pêşiya wê operasyona dersînorî ya yekalî wê bibin asteng ku li bakurê Sûriyeyê wê zirarê bide berjewendiyên hevbeş ên Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).“ (EKN/FD)

Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê06 Tebax 2019,