Amerîka: Em rê nadin Tirkiye yek alî êrişî bakurê Sûriyê bike
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, Mark Esper ku di rêya bo Japonê de li nav firokeyê ji rojnamevanan re axifiye, diyar kiriye, Amerîka li hember êrîşa Tirkiyê ya bo ser bakurê Sûriyê razî nîne.
Mark Esper gotiye, êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê “nayê qebûlkirin.”
Mark Esper herwiha gotiye, “Amerîka rê nade ku Tirkiye bi awayekê tek alî êrîşî bakurê Sûriyê bike” û hêzên wê derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê û herêmên li bakurê Sûriyê bibin.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê hêvî kiriye, ku “bi Tirkiyê re bigihin rêkeftinekê.”
Ew cihê ku Tirkiye dixwaze êrîşî wê bike, di kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye, ku di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanê Amerîkayê bûn û di çend salên bihorî de Amerîkayê bi hemû awayî alîkariya wan kiriye.
Esper daye xuyakirin: “Bi zelalî, em razî nînin bi ti êrîşeke yek alî ya Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê û nayê qebûlkirin. Ev êrîş li dijî berjewendiyên Amerîka û HSDê û Tirkiyê ye.”
Di beşeke din a axaftina xwe de, Esper dibêje: “Ti niyeteke me nîne ku em dest ji wan berdin, lê me nikarin parastina wan jî garantî bikin.”
Ev daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê di demekê de ye, ku du roj e berpirsên leşkerî yên Tirkiyê û Amerîkayê li Enqerê, di derbarê avakirina navçeya aram de danûstandinê dikin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihandiye, civînên wan ên bi şanda leşkerî ya Amerîkayê re, derbarê pêkanîna navçeya aram li bakurê Sûriyê de, berdewam in.
RÛDAW