Aldar Xelîl: Eger em bi Şamê re tifaqê bikin ne şaş e

Berpirsê Peywendiyên Dîplomatîk ên TEV-DEMê, Aldar Xelîl ji Rûdawê re ragihand, gefên Tirkiyê rewşa li herêmê bi temamî aloz kiriye. Aldar Xelîl diyar kir, eger Rêveberiya Xweser di wan şert û mercan de tifaqekê bi Şamê re bike, ne karekî şaş e.

Aldar Xelîl ragihand, ji ber daxuyaniyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rewşa navçeyê hemû aloz bûye û got, Erdogan dixwaze aramî û deskevtiyên ku li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hene, têk bibe.

Aldar Xelîl got: “Bermaber wan gefên ku Erdogan dixwe, bêguman herêm tev ketiye di nav aloziyeke mezin de, ew deskevtiyên ku çêbûne û ew aramiya ku heye, Erdogan dixwaze xirab bike.”

Xelîl herwiha diyar kir, ku vekirina peywendiyan bi Şamê re bijardeyeke baş e, ji ber ku bi baweriya wan, ji bo pirsgirêkên Sûriyê divê çareseriyeke Sûrî-Sûrî hebe.

Berpirsê Peywendiyên Dîplomatîk ên TEV-DEMê herwiha destnîşan kir: “Ji destpêkê ve helwesta me diyar bû, ku divê çareserî Sûrî-Sûrî be, heta em bikarin em bi Şamê re tifaqekê bikin, dê ne şaş be. Tevî ku berê jî çend caran hewldanên me çêbibûn, ti tifaqên wisa diyar nederketin holê, lê dîsan a niha jî ji ber ku herêm di nava xeteriyekê de ye, ne tenê li ser me, lê li ser parçeyekê Sûriyê ye jî, me xwest bi rêya Rûsan xwe bigihînin rayedarên Sûriyê, ji ku em tifaqê pêk bînin û bi hev re herêmê biparêzin.”

Aldar Xelîl amaje bi wê yekê jî kir, ku rêkeftin û tifaqke wisa bi hevdîtin an du hevdîtinan çênabe û tekez kir: “Bêguman, dem jê re lazim e, heta niha jî me helwestekê erênî nedîtiye. Lê em herdem jibo ku şer dernekeve û rê li ber şer û dagîrkariyê bê girtin, çi hewldanên dîplomatîk û siyasî hebin, em dê li ser wan biaxifin.”

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan berî çend rojan careke din gef xwaribû, ku ew dê êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin û diyar kiribû, wan Amerîka û Rûsya ji wê helwesta xwe agahdar kirine.

Erdogan gotibû, Tirkiyê çawan derbasî Efrîn, Cerblus û El Babê bû, dê bi heman awayî derbasî rojhilatê Firatê û bakurê Sûriyê jî bibe.

Li aliyekê din, rayedarên leşekrî yên Amerîka û Tirkiyê ew du roj in ku li Enqerê derbarê avakirina navçeya aram li bakurê Sûriyê de, danûstandinê dikin.

Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, Mark Esper jî ragihandiye, êrîşa yek alî ya Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin û Amerîka rê bi wê yekê nade.

RÛDAW