Agir bi konên penaberan ket
Îro danê sibê zû agireke mezin bi kempa penaberên Êzidî li Zaxoyê ket û di encam de hijmareke zêde konên penaberan şewitîn.
Li gor jêderên kempê agir jiber kontakta elektirîkê bi konên nava kempa Çemişko ya li Zaxoyê ketiye û di encam de herî kêm 20 kon şewitîne.
Jêderên ji kempê eşkere kirin ku ti zirareke canî ya vê bûyerê nebûye lêbelê zirarên madî yên gelek mezin bi penaberan ketine.
Hêjayeê gotinê ye ku ev cara sêyeme agir bi konên penaberan li vê kempê dikeve.
KTV