Rêvebrîya xweser: Em li gel yekîtiya ax a Sûriyê ne û projeya me ne cudaxwazî ye
Rêveberiya Xweser radighîne, ew digel yekîtiya ax a Sûriyê ne û projeya wan a siyasî, ne cudaxwazî ye .
Rêveberiya Xweser a bakûr û rojhelatê Sûriyê di daxûyaniyekê de, gefên Tirkiyê derbarê êrîşkirina ser rojhelatê Firatê red kir û tekez kir, armanca Tirkiye têkdana aramî û pêkvejiyana pêkhateyên Sûriyê ye.
Rêveberiya Xweser ragihand jî, ew ji bo hemû cîhanê tekez dikin, ku ew digel yekîtiya xak a Sûriyê û gelên wê ne. Projeya wan a siyasî, projeyek demokrasî û ne cudaxwazî ye, ku welatên garantîker ên danûstandinên Astana behs dikin.
Rêveberiya Xweser daxwaz ji Civaka Navdewletî û Hêzên Hevpeymanan kir, ji bo rêgirîkirina Tirkiyê ya encamdan a êrîşê kar bikin
K24