Amerîka bersifa Erdogan da
Piştî ku duhê Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê kir û anî ziman ku vê leşkerên Tirkiyeyê derbasî Rojhilatê çemê Firatê bibin û ew yek ji Amerîka û Rûsyeyê re jî gotine, Peyvdara wezareta derve ya Amerîkayê bersifa Erdogan da.
Peyvdara wezareta derve ya Amerîkayê di presskonferansekê de diyar kir ku di demekê de ku hêzên Amerîkî li deverêne û hevpeymanên Amerîkî li deverê şerê dijî DIŞIê dikin, lidarxistina operasiyoneke bi vê awayî nayê qebûlkirin û lazime Tirkiye bi hizreke hevpar li gel me kar bike.
KTV