Êzidiyên nêzîkî PKKê mîrekî din destnîşan kirin

Piştî destnîşankirina Mîr Hazim Tehsîn Beg weke Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê, Êzdiyên nêzîkî PKKê jî mîrekî din bi navê Mîr Nayîf Dawûd Silêman Beg weke Mîr destnîşan kirine.

Roja 28ê Hezîrana 2019an di merasimeke mezin de li Perestgeha Lalişê, ku pîroztirîn perestgeha Kurdên Êzidî li seranserê cîhanê ye, Mîr Hazim Tehsîn Beg ji aliyê Civata Rûhanî ya Êzidiyan ve û bi rêkeftina malbata Mîran, weke mire nû yê Kurdên Êzidî yên Kurdistan û cîhanê hat hilbijartin. Mîrê Nû yê Êzidiyan piştî derbasbûna şeş mehan di ser koça dawî ya Mîr Tehsîn Beg, hat diyarkirin.

Derengketina diyarkirina mîrekî nû bo Kurdên Êzidî ji ber nakokiyên di navbera malbata mîrên Êzidî de bû, ku herî dawî piraniya wan li ser destnîşankirina kurê Mîr Tehsîn Beg, Hazim Tehsîn Beg li hev kirin.

Lê belê ew yek bû sedema nerazîbûna hin alî û kesatiyên Êzidî û ew alî mîrîtiya Mîr Hazim red dikin.

Doh Yekşemî 4ê Tebaxa 2019an, li mezargeha Şibêl Qasim, grûpeke 30 kesî ji Kurdên Êzidî civiyan û kesek bi navê Nayîf Dawûd Silêman Beg weke Mîrê Êzdiyan destnîşan kirin.

Fermandeyê berê yê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku hêzeke ser bi PKKê ve ye, Xudêda Çûkê di merasima li ser Çiyayê Şingalê de amade bû û Nayîf Beg weke Mîrê Êzidiyan da nasandin.

Xudêda Çûkê ku niha Rêveberê Bajarokê Sinonê ya ser bi Şingalê ve ye, derbarê danîna mîrekî din ji bo Kurdên Êzidî de got: “Danîna Mîr Hazim bûye sedema nerazîbûna gelek ji Êzidiyan, çimku dayik û bavê Mîr Hazim ji malbata Mîr nînin, li gor ola Êzidyan, divê Mîr ji malbata Mîr be. Ji bilî wê jî, Mîr Hazim ji aliyê hêzeke siyasî ya Kurdistanê ve hatiye destnîşankirin, ne ji aliyê Êzidiyan ve, lewra jî me Mîr Nayîf destnîşan kir.”

Nayîf Dawûd Silêman Beg li Almanyayê dijî û biryar e vegere Kurdistanê. Di dema şerê DAIŞê de jî, Nayîf Silêman Beg çend caran vegeriyaye Kurdistanê û piştre cardin çûye Almanyayê. Xudêda Çûkê jî dibêje, “dê Mîr Nayîf bi yekcarî veger e û li ser çiyayê Şingalê ji xwe re cihekê çêbike û li wir bimîne. “

Fermandarê berê yê YBŞê û Rêveberê Sinonê herwiha red kir ku PKK li pişt danîna Mîr Nayîf be. Xudêda Çûkê dibêje: “Wan peywendî bi vê babetê ve nîne, lê belê eger hevkariya me bikin, em dê spasiya wan bikin, Mîr Nayîf jî bê alî ye.”

Ji aliyekî din ve, Fermandeyê Pêşmerge û kesatiyê naskirî yê Şingalê, Qasim Şeşo dibêje, “ew mîr (Mîr Nayîf) ji aliyê PKKê ve hatiye danîn.”

Qasim Şeşo ragihand, ew tenê îtirafê bi wî Mîrî dikin ku Herêma Kurdistanê piştevaniyê lê dike

Li gorî zanyariyan, hinek aliyên din jî hene ku dixwazin mîrekî cuda ji Mîr Hazim Tehsîn Beg û Nayîf Dawûd Silêman Beg destnîşan bikin, lê berpirsên bilind ên Êzdiyan dibêjin, ew tenê îtirafê bi Mîr Hazim Tehsîn Beg dikin.

Qasim Şeşo di vê derbarê de ji Rûdawê re da xuyakirin, ji bilî PKKê, du aliyên din jî hene ku dixwazin ji xwe re mîran destnîşan bikin, ew jî malbata Feqîran û aliyekî siyasî yê li Şingalê ne.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê bo Karûbarên Êzidiyan, Şêx Şamo jî dibêje, ti giringiya diyarkirina mîrekî nû li Şingalê nîne û tekez dike: “Ti bandorê li Mîr Hazim nake û ew Mîrê hemû Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê ye.”

RÛDAW