Maltayê destûr da keştiya "Alan Kurdî" derbas bibe
Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat ser keştiya "Alan Kurdî" ku nava hefteyê li peravên Lîbyayê 40 koçberên bêdestûr xilas kir û Îtalyayê destûr nedayê ku derbasî herêma bibe, daxuyanî da.
Joseph Muscat di peyama xwe ya li ser Twitterê de wiha got: "Li ser daxwaza Almanyayê, Malta dê destûrê bide ku 40 koçberên di keştiya Alman 'Alan Kurdî' de derbasî bênderê bibin. Hikûmeta Alman û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku ew hemû kes di nava welatên endamên YEyê de bên belavkirin. Ti koçberek dê li Maltayê nemîne."
Keştiya bi navê "Alan Kurdî" ya saziya civaka sivîl a Alman Sea Eyeê di 31ê tîrmehê roja çarşemê 30 mîl li dûrî peravên Lîbyayê 3 jê zarok yek jê ducanî 2 jin, bi tevahî 40 koçber xilas kiribû.
Keştiya Alman ji ber sedemê ku ewle nîne, neçûbû Bêndera Trablusê, şûna wê berê xwe dabû Girava Lampedusa ya Îtalyayê.
Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê û Wezîrê Navxwe Matteo Salvini ew biryar îzme kiribû ku wê yekê qedexe dike ku keştiya "Alan Kurdî" ya ku nêzîkî Lampedusayê dibe, derbasî nava avên Îtalyayê bibe.
RÛDAW