Mîr Hazim Beg: Serok Barzanî got heta ez sax bim êzîdiyan ji bîr nakim

Mîrê kurdên êzîdî li Kurdistan û cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg dibêje, Serok Barzanî jê re gotiye heta ew sax be êzîdî û Şingalê ji bîr nake.

Îro li Duhokê, pêncemîn salvegera jenosayda kurdên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve, bi merasimekê hat bibîranîn.

Di merasimê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Beg, nûnera NY li Iraqê û gelek kesên din beşdar bûn.

Di merasimê de, Mîr Hazim Beg gotarek pêşkêş kir û ragihand, fermana ku pênc sal berê bi ser êzîdiyan de hat û wîjdana cîhanê hejand, heta niha jî didome, ji ber ku heta niha jî 350 hezar êzîdî di nav kampan de dijîn û ji warê xwe dûr in. Sê hezar û 500 keç û jinên êzîdî di destê DAIŞê de ne.

Mîrê êzîdiyan behsa hevdîtineka xwe û Serok Mesûd Barzanî jî kir û got, du rojan piştî karesata Şingalê ez û Bavê Şêx û çend endamên civata rûhanî ya êzîdiyan çûn ba Serok Barzanî. Mîr Tehsînê rehmetî wê çaxê li Almanya bû. Cenabê Serok Barzanî ji min re got, heta ez sax bim êzîdiyan ji bîr nakim û dê berevaniyê li êzîdiyan, Şingal û çiyayê Şingalê bikim.

BasNews