top of page

Di mehekê de li Îranê herî kêm 11 kes hatine darvekirin

Meha borî herî kêm 11 welatiyên kurd ji aliyê Îranê ve hatine bidarvekirin.

Malpera Hengaw ragihandiye, meha Tîrmeha îsal herî kêm 11 girtiyên kurd li Îranê hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyên wê malperê, tevahiya wan welatiyên kurd bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Di nav wan kesên ku hatine bidarvekirin de, du jin jî hebûne.

KTV

bottom of page