top of page

Artêşa Tirkiyeyê darên zeytûnan dişewtîne

Li gor jêderên taybetî li Rojavayê Kurdistanê, duhê êwarê artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li derdorê Efrînê agir bi darên zeytûnan berdane.

Jêder behsa vê yekê dikin ku duhê êwarê artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li devera Şêra agir bi hijmareke zêde darên zeytûnan berdane û ev darên han şewitandine.

Jêder diyar kirin ku artêşa Tirkiye û cîhadî bi ti awayî rê nadin ku şêniyên deverê agira han vemirînin.

KTV

bottom of page