top of page

Xelkê Şingalê dixwaze Pêşmerge vegere Şingalê!

Îro 03.08.2019 5.mîn salvegera jenosoida Şingalê ye û hîn xelkê Şingalê ji xwe piştrast nînin ku wegerin Şingalê û dixwazê dikin ku Pêşmergeyên Kurdistanê wegerin Şingalê û dibêjin heta Pêşmerge ne wegere Şİngalê em ji jiyana xwe piştrast nabin.

Yek ji xelkê Til Benatê Leyas Kiçî ku bixwe li qeza Şingalê jiyan dike û 47 saliye ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em nikarin bê hebûna ewlehiyê wegerin Şingalê. Ev pênc sale li ser jenosoida Şingalê de derbas bûn, heta naha hikûmeta Iraqê alîkariya lêqewmiyên Şingalê nekiriye. Em dixwazin ewlehî li Şingalê bê teqez kirin ku wek berî sala 2014ê lê bê û Şingal xweş bibe.’’

Yek ji xelkê Til Izêz a Şingalê jî ku naha koçbere li kampa Şarya a Duhokê jiyan dike Xelîl Silêman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bin kon û çadiran de jiyan gelek zihmet e, heta nahajî piraniya malên me li Til Izêzê mayîn kirîne û nehatine paqij kirin û xizmet lê tine. Ya ji hemûyan jî giringtir ewlehî tineye. Em nikarin vê rewşa wisa xirab de wegerin û hemû ereb bûyne terorîstên DAIŞê û hevkar û piştevanên terorîstên DAIŞê ne wegeryane ser malên xwe, heta Pêşmerge newegere Şingalê bo me bawerî çênabe ku em jî wegerin. Herdemê Pêşmerge wegeriya em jî dê jiyana xwe piştrast bin ku wegerin Şingalê.’’

Keça êzdî ya xelka Şingalê Zîtun Hesen jî ji BasNewsê re got: ‘’Ev pênç salin xelkê Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya me dikin û parastina ewlehiya me li kampan dikin. Rewşa me başe bi taybet jî di warê ewlehiyê de li kampa ti pirsgirêk tine ye. Li Şingalê ti ewlehî tineye û kes ji me nikare keç û zarokên xwe bibe Şingalê. Em dixwazin wegerin lê ewlehî û xizmet li Şingalê tine ye.’’

Koçberê Şingalê yê li Duhokê jiyan dike Feqîr Sebrî jî basnewsê re got: ‘’Eger ewlehî li Şingalê heba em dê wegeriyaban Şingalê, ji ber nebûna ewlehiyê em naxwazin wegerin nav wan hêz û grubên hemû cureyên naha li Şingalê hene. Em daxwazê dikin hikûmeta herêma Kurdistanê wegere Şingalê û Pêşmerge parastina Şingalê bike, ku em ji jiyana xwe piştrast bin û wegerin Şingalê.’’

Lezgîn

BasNews

bottom of page