Serok Barzanî: Karesata hat serê Şingalê jenosayd bû
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Roja 3.8, em bîranîna karesateke dilhejîn dikin. Ew karesata ku terorîstên DAIŞê bi ser xelkê Şingalê de anîn, li gor hemû pîvanan ew karesat jenosayd e û pêwîst e li navxwe û derve hewlên zêde bên avêtin ji bo bi jenosaydnasandina wê karesatê û peydakirin û vegerandina revandiyan û herdû Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bigihin rêyeke hevbeş ji bo avadankirina Şingalê û îdareya Şingalê li dest xelkê bajar de bê.
Karesata Şingalê dirêjiya karesatên din e ku bi ser gelê me de hatine û gelê me her bi zîndî maye. Em careke din tekez dikin ku xuşk û birayên Êzdî beşeke veneqetiyayî ne ji gelê Kurdistanê û em bi hemû awayekî piştevaniya wan dikin.
Di salvegera karesata Şingalê de, silav ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê û wan Pêşmergeyên qehreman ên ji bo bergirîkirin û azadkirina Şingalê canê xwe gorî kirin.
Mesûd Barzanî 03.08.2019”