Mesrûr Barzanî: Şingal bi Fermandariya raste rast ya Serok Barzanî hat azadkirin
Îro komkujiyeke nû bi bîrtînin dema beriya 5 salan terorîstên DIŞIê bajarê Şingal û derdorê dagîr kirin û di encam de xelkê deverê bi taybetî xuşik û birayên Êzidî, rastî komkujî, genocide hatin û bi hezaran kesên wan hatin revandin û bi hezaranên dinjî aware bûn.
Êzidî bi dirêjahiya dîrokê rastî dehan fermanên qir kirinê hatine ku tevahiya wan jî dikevin çarçoveya genocide û fermana herî dawî jî komkujiya Şingalê bû, lê rexmî tevahiya wan karesat û qurbanî danan, êzidî hertim berevanî ji nasnameya xwe ya olî û netewî ya xwe kirin û weke beşeke veneqetandî ya gelê Kurd mane.
Lazime liwir behsa rola meydanî ya Fermandariya raste rast ya Serok Barzanî û qurbanîdana hêzên pêşmerge bikin ku bi cesaret û jêhatiyeke bêhempa Şingal û tevahiya deverên din jî destê terorîstan azad kirin. Herwiha rola xelkê Kurdistanê jî bo hevkarî kirin û bi hawar hatina xuşik û birayên êzidî roleke gelek girîng bû.
Hevdem li gel bi bîr anîna ev karesata xemgîn, spasiya parlementoya Kurdistanê jî dikin ku roja 3ê Tebaxê weke roja genocide kirina diyar kir.
Bi hevkariya her du hikûmetên Kurdistan û fedral jî tevahiya hewlên xwe bo kêm kirina êş û azarên xuşik û birayên êzidî bi tevger dikin û hewl didin ku awareyên Şingalê werin vegerandin bo cêyên xwe û qurbaniyên karesatê jî werin qerebûkirin.
Herwiha hewl didin bi hemahengiya li gel hikûmeta fedral bo yek alî kirina çarenivîsa Şingalê û tevahiya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqa fedral de.
Hikûmeta Kurdistanê hewldanên xwe bo zanîna çarenivîsa tevahiya xuşik û birayên êzidî yên ku ji aliyê terorîstan ve hatine revandin û heta niha nehatine azadkirin. Herwiha bi hevkariya dost û saziyên navnetewî hewl bo bi genocide nasîna ev tawana han ya mezin li ser asta cîhanê û darizandina bikerên vê tawanê didin.
Serê rêzdariyê bo şehîdên komkujiya devera Şingal û tevahiya şehîdên nîştimanê ditewînin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
3 Tebaxa 2019