top of page

Li Nemsayê zarokên Kurd ferî ziman û çanda xwe dibin

Li Instîtuya Çanda Kurdî ya Viyenayê li welatê Nemsayê, kurdên Rojavayê Kurdistanê, dest bi kursekî fêrkirina zimanê kurdî, bo zarokan kirine, û derdora 25 zarokan di wî kursî de beşdar in.

Ew kurs di bin navê, Projeya Kulîlk a Fêrkirina Zimanê Kurdî de, zarokên kurd fêrî çîrok, stran û lîstokan bi zimanê kurdî dike.

Instîtuya Çanda Kurdî ya Viyenayê li Nemsayê, di meha tîrmaha îsal de dest bi çend kursan bo zarokên Kurd kiriye.

Zarokên beşdarî kursan bûne dibêjin ew ferî Kurdî û tipên Kurdî, çîrok û stranên Kurdî bûne.

Hejmara zarokên ku di Projeya Kulîlk ya Fêrkirina Zimanê Kurdî de beşdarin, derdora 25 zarokan ne û temenên wanjî di navbera 7 heta 14 salan de ye û ew proje bê pere, wekî xizmetekê ji ziman û çanda kurdî re, ji zarokên Kurd re tê pêşkêşkirin.

Mamoste Aras Bedro dibêje: “Em destpêkê wan ferî zimanê dayikê dikin. Çi çîrok, çi stran an jî lîstekên Kurdî be em zarokan ferî wan dikin. Herwiha em dixwazin zarok ferî çi di nav civaka Kurdî de hebe bibin.

Instîtuya Çanda Kurdî ya Viyenayê, di Projeya Kulîlk a Fêrkirina Zimanê Kurdî de, her hefte 2 demjimêran zimanê kurdî dide zarokan.

Mamoste Înas Pîrê jî dide zanîn ku ew dixwazin zarok ferî tiştên baş bibin wek şano, lîstik û stranên Kurdî.

Projeya Kulîlk a Fêrkirina Zimanê Kurdî, zarokên Kurd fêrî çîrok û stran û lîstokan bi zimanê kurdî dike. Kursan de 6 mamosta, 4 keç û 2 xurt zarokan fêrî ziamnê kurdî dikin, û li dawiya kursê dê zarok werin xelatkirin.

Instîtuya Çanda Kurdî ya Viyenayê, di sala 2017an de, ji aliyê komek xort û keçên kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ve li welatê Nemsayê hatiye damezirandin, û ew ji bo xizmeta çand û zimanê kurdî kar dike, û çalakiyên cur bi cur birêve dibe, û her sal xelatekê ji rewşenbîr an nirxbilindekî kurd re pêşkêş dike.

RÛDAW

bottom of page