Îrod dîsa parlemen li ser mijara Êzidiyan dicive
Parlamentoya Kurdistanê civînek awarte derbarê kurdên êzdî de lidar dixe.
Biryare îro 03.08.2019ê demjimêr 11:00ê de Parlamentoya Kurdistanê rûniştina hejmara 3 ya awarte pêkbîne.
Di rûniştina îro de parlamentoya Kurdistanê dê deng li ser pêşneyara diyar kirina roja 03.08 wek roja bibîranîna jenosoida kurdên êzdî bide, ku fraksiyona PDKê pêşneyar kiribû.
03.08.2014 terorîstên DIŞIê piştî xwe vekêşana artêşa Iraqê, hemû navçeyên parêzgeha Nînowa dagirkirin, êrîş kirin ser bajarê Şingalê û bi hezaran jin û zarokên kurdên êzdî şehîd kirin û revandin.
KTV