Pêşangeha wêne û nîgaran a jinên êzîdî

Di 5'emîn salvegera Komkujiya Şengalê de ji bo balê bikişînin ser tiştên ku hatine serê jinên êzidî pêşangeha wêne û nîgaran hat vekirin.

Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatinê Destserkirin, di 5'emîn salvegera Komkujiya Şengalê de ji bo balê bikişîne ser tiştên ku hatine serê jinên êzidî pêşangeha wêne û nîgaran hat vekirin. Pêşandana ku li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat vekirin, parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca, Lîsa Çalan û gelek jin tevlî bûn. Di vekirinê de Endama Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatinê Destserkirin Gulcîhan Şîmşek axaftinek kir. Şîmşek diyar kir ku wan pêşangeha xwe ji bo Neteweyên Yekbûyî Komkujiya Şengalê weke roja qirkirinê nas bike vekirine û wiha got: "Ev qirkirin e û divê vê qirkirinê bê nasîn."

Piştî axaftina Şîmşek pêşangeh hat vekirin. Di pêşandanê de 10 nîgarên rojnameger Medya Uren û 28 wêneyên rojnameger Abdûrahman Gok û Fatma Çelîk ku dema koçberbûna êzidiyan kişandine tên pêşangehê. Hin jinên ku li pêşangehê geriyan û li wêne û nîgarên êzidiyan mêze kirin xemgîn bûn û rondikan barandin. Pêşangeha ku diyarî jinên ku bi darê zorê hatine destserkirin hat kirin dê heta 3 rojan bidome.

MA