top of page

Kurdên Êzidî li Lalişê Cejna Çileya Havînê pîroz kirin

Kurdên Êzidî bi beşdariya zêdeyî 5 hezar kesan Cejna Çileya Havînê piştî 5 salan dîsa li Perestgeha Laliş pîroz kirin.

Kurdên êzîdî her sal weke vê hefteyê bi helkefta Cejna Çileya Havînê li Perestgeha Lalişê kom dibin û merasimên xwe yên olî li dar dixin.

Li gor biryara Civata Rûhanî ya Êzidiyan di sala 2014an de piştî êrişa çekdarên DAIŞê li Şingalê bo ser Kurdên Êzidî çar sal in merasîma Cejna Çile ya Havînê nehatine kirin têne hinek merasimên olî pêk dianîn.

Rêwresmîn Cejna Çileya Havînê hatin gerandin û beşek ji amadebûna yekem car e piştî êrişên DAIŞê beûdariyê dikin.

Rizgarbûya ji destê DAIŞê, Canê Elyas ji Rûdawê re got: “Ez û hersê zarokên xwe ji Sûriyê hatine, em li wê derê rizgarbûn (ji destê DAIŞê). Bes hêj keç û jinên Êzidî li ba wan hene. Em hêvî dikin ku keç û jinên me di zûtirîn de ji nav wan destên wan zalim û kafiran bêne derxistin. Em naxwazin keç û jinên me di nav wan de bimînin. Rast e em revandin û jixwe re birin, lê em dixwazin dîsa ev vegerin.”

Di merasîmê de dia têne kirin û qewlbêj digel dengê dev û şibabê stranên olî dibêje.

Baba Çawîş ku kesayetekî Kurdê Êzdî ye li Lalişê dibêje: “Em dizanîn li Iraqê li Mûsil û gundên dorûberê wê hene. Her cihekî xelkê me lê heye. Ev bûn pênc sal, sistiyek heye, bicdî mesele nehatiye wergirtin. Bes kak Nêçîrvan Barzanî (Serokwezîrê Herêma Kurdistanê) bi hemû hêza xwe kar diket li ser vî xelkî. Ji bo rizgarkirina Êzidiyan çi be, Kak Nêçîrvan dike.”

Mîrê Nû yê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg jî di nav rêwresman de beşdar bû. Her beşdariyek serdana Kaniya Spî, Deriyê Qapî, Zimzim, Sindrîka Şêxadî, Berê Şibakê, Nîşangeha Şêx fexro û ezargehên Şeşsimso û şêx û pîrên xwe dikin.

Sibe jî 3ê Tebaxê ye. Rojeke gelekî xemgîn û bi êşe di dîroka Kurdistanê de. 5mîn salvegera Komkujiya Kurdên Êzdiyî ye. DAIŞê êrîşî Şingalê kir û dest bi xerabtirîn komkujiya mirovahiyê kir.

4 sal di ser wê komkujiyê re derbas dibin û hîn jî çarenivîsa 2 hezar û 908 keç û kurên Êzidiyan ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin ne diyar e û malbatên wan bi hêvî ne, ku ew ji destê DAIŞê rizgar bibin.

RÛDAW

bottom of page