top of page

Şanda PAKê ligel Mîr Hazim Tehsîn Bêg civiya

Şanda Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun, endamên Komîteya Rêveberiya Navendî ya PAKê Abdurahman Gundikî û Orhan Kaya pêk hatibû, roja 02.08.2019an seredana Laleşê kirin û pîrozbahîya mîrê êzdîyên cîhanê û Kurdistanê Mîr Hazim Tehsîn Bêg kirin. Herwiha PAKê Cejna Çileyê Havînê ya êzdîyan jî piroz kir.

Ligor daxuyaniya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê belav kiriye di civînê da Mîr Hazim Tahsîn Beg û endamên Meclîsa Rûhanî ya êzdiyan, Kamuran Xeyrî Beg û Herman Mîrza Beg, Cewher Alî Beg, pêşewazîya şanda PAKê kirin.

Li ser navê şanda PAKê Kasim Ergun kurte axaftinek kir û di axaftina xwe de weha got:"Ji ber hilbijartina cenabê wî ya ji bo mîrektîya êzdîyan em mîr Hazim Tehsîn Bêg pîroz dikin.Em ji Bakurê Kurdistanê silavên gelê xwe ji xuşk û birayên xwe yên kurdên êzdî tînin. Em şirîk û xemixwarên hemû êş û kul û birînên xuşk û birayên xwe yên kurdên êzdî ne. Em weke PAKê azadîya Kurdistanê diparêzin û dibêjin di Kurdustan a azad de hemû etnîsîte, ol û mezhep divê bi nasname û bîr û bawerîyên xwe ve bibin xwedîyê desthilatê, divê li Kurdistana azad de hemû hemwelatî jî azad bin.Em bawer dikin ku li Başûrê Kurdustanê ji bo pêçana birînên xuşk û birayên me yên kurdên êzdî dê bernameyên taybet ji alîyê Parlamento û Hikûmetê Herêma Kurdistanê ve bê birêvebirin.”

Herwiha Mîr Hazim Tahsîn Beg jî spasiya şanda PAKê kiriye û piştevaniya PAKê giring nirxandiye.

BasNews

bottom of page