Vala Ferîd qerebokirina qurbanîyên Şengalê, berpirsratîya dewleta Îraqêye
Hejmareke perlemantaran pêşnîyaz kir, perlemana Kurdistanê daxwaz ji Bexdayê bike kesûkarên qurbanêyan qerebû bike.
Li ser evê pirsê, Wezîra herêmê bo karûbarê Perlementoya Kurdistanê Vala Ferîd ragihand, li gorî Destûra 'Îraqê, berpirsiyariya qerebokirina Kurdên Êzîdî di stûyê hikûmeta wî welatî de ye. Lewra jî, Perlementoya Kurdistanê dikare, daxwazê ji hikûmeta 'Îraqê bike, qereboya Êzîdiyan bike.
Di hevpeyvînekê de bo kenalên ragehandinê, wezîra Herêmê bo karûbarên perlemanê, Vala Ferîd ragehand: li gor destûra Îraqê, erkê qerebûkirina kesûkarên qurbanîyên Şengalê û zîyan berkevtîyên destên Daişê dikeve stûyê dewleta Îraqê.
Herweha got: Êzîdî rûbirûyê cînosayd, komkujî û tawanê şer bûn e û pêwîst e hikûmeta 'Îraqê wan qerebo bike.
K24