Nûtirîn amara Komkujiya Şingalê hat ragihandin
Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên kurdên êzdî belav kir.
Li gor Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan amar wiha ye:
- Hejmara Êzdiyan li Iraqê: 550 hezar kes in.
- Hejmara êzdiyên ji ber êrîşa DAIŞê koçber bûne: 360 hezar kes in.
- Hejmara şehîdên roja yekem a êrîşa DAIŞê li ser Şingalê: 1293 şehîd in.
- Hejmara zarokên bê bav in: 2745 zarok in.
- Hejmara gorên bikomî yên heta niha aşkere bûne: 80 gorên bikomî ne.
- Hejmara mezargeh û cihên olî yên hatine teqandin: 68 mezargeh in.
- Hejmara kesên koçberî derveyî welat bûne: Zêdetir ji 100 kes kesî tê texmînkirin.
- Hejmara revandiyan: 6417 kes in. Jin û keç: 3548 kes in. Mêr û kur: 2869 kes in.
- Hejmara rizgarbûyên ji destê DAIŞê bi vî awayî ne: Bi giştî: 3509 kes in: Ji wê hejmarê 1192 jin in. 337 mêr in. 1033 zarokên keç in. 947 zarokên kur in.
- Hejmara kesên mane: 2908 kes in. JI wan 1323 jin in û 1585 kesên bi regeza nêr in.
Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan kurdên êzdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.
Parlemana Kurdistanê jî îro ji bo pêşniyaza diyarkirina roja 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzdiyan di civînê de û tê pêşbînîkirin roja 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzdiyan pesend bike.
BasNews