"Ev hezar û çarsed sal e Li welatê min "enfal" e
"Ev hezar û çarsed sal e Li welatê min "enfal" e Ser û mal û namûsa min Li dijminê min helal e...
Ey Xudayê şev û rojan Bila bes bin ev derd û jan Ev dîn eger dînê te ye Kê kir hevalê xûnmijan?
Ez li welatê xwe bê soc Riswa dibim ditevizim Bi fetwaya mizgefta te Di xûna xwe digevizim
Ev derdê min pir ji mêj e çîrok dijwar û dirêj e Hemû diz in, mirovkuj in Dîroka wan, miştqirêj e
Ceng û rev e sal û zeman Kuştim evan derd û xeman Bûm gedayê vê dunyayê Nav û namûs jî min neman
Ez rateqandim derbider Li ser serê min ceng û şer Min dikujin, hem dibêjin Selewat li ser pêxember...
Ey Xudayê jêr û jorî Ger tu nêzîkî ne dûr î Heywax li min heta kengî Ev kotek û zulm û zorî
Nizanim çend sal û dem e Li pey evê doza xwe me Her li pey bûm, dê li pey bim Bê rawestan heta heme
Hawar dikim ez eve me Xudanê vê qada xwe me Wek miletan ez milet im çima nebim? Madem heme
Ez ku heme gerek hebim Keyayê welatê xwe bim Ev hawara min rewa ye Heta kengî aware bim?
Dixwazim wek wan azad bim Bi dewleta xwe dilşad bim Hem dost û hevalê wan bim Ne kêmtirê kes ji wan bim
Bo çi dîlê vî derdî bim? Tim bindestê vî û wî bim! Dixwazim ez efendî bim Ne koleyê kesek dî bim
Tu rast î û rastî xweş e Ev derdê min derdek reş e Her çi min got û ez bêjim Durist û zelal û geş e
Li Mosko kevinperest im Li Waşînton komonîst im Li mizgeftê ez kafir im Li Ankerê terorîst im... "