Duhê li Barzanî bi merasîmeke bi heybet Enfalkirî hatin bîranîn
Di merasima han de Serokê herêmê, Serokwezîr, Serokê parlementoya Kurdistanê, Serokê parlementoya Îraqê, hijmareke wezîrê her du hikûmetên Kurdistanê û Îraqê, çend Konsulus û nunerên welatiyên biyanî yên li Hewlêrê û herwiha kesûkarên enfalkiriyan amadebûn.
Merasîm bi deqeyek rawestan bo rêz girtin ji şehîdan û xwendina sirûda nîştimanî ya ey reqîb destpê kir.
Piştî re beşdarbûyan deste gola xwe ya rêzdariyê danîn û çend peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime kesûkarên enfalkiriyan werin qerebûkirin û ev komkujiya han jî li ser asta navnetewî were nasandin.
KTV