Dîwana Muhasebatê di rapora xwe de cih da nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê
Nelirêtiyên di sala 2017'an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hatin kirin, di rapora Dîwana Muhasebatê de cih girtin. Hat tespîtkirin ku di sala 2017'an de gelek neguhêzbarên şaredariyê bêyî îhale heta 20 salan bi kirê dewrî hin şîrketan hatoye kirin û hin bexşên hatine kirin jî tomarkirina wan a hesabgêrî nehatiye kirin.
Faîzên krediyê yên bankeyan ku mehane tên dayîn bi awayekî çewt li lêçûnên tehaquqî hatine qeydkirin. Du erdên bexşî şaredariyê hatine kirin, qeyda wan î heabgêrî ya maliyetî nehatiye kirin.
BÊYÎ ÎHALE BI KIRÊ DAN HEMAN KESAN
Di raporê de hat destnîşankirin ku bêyî Wezareta Karên Navxweyî pesend bike di 13'ê Çileya 2017'an de 250 milyon lîre pere bı deyn ji Bankeya Îllerê hatiye stendin.
Di raporê de hat diyarkirin ku hin neguhêzbarên şaredariyê bêyî îhale bi kirê dane hin kesan. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku li Hala Masî û Manavê hin dikan bêyî îhale bi kirê hatine dayîn.
NEGUHÊZBAR DANE KOMELE Û WEQFAN
Di raporê de hat diyarkirin ku bedêla kirêyên neguhêzbarên şaredariyê, li bedêlên emsal û rayîçî nehatine barkirin û ji dêvla nirxa tomarkirî ya neguhêzbarên hatine firotin, di ser bedêla firotinê re qeyda wan a hesabgêrî hatiye kirin û hin neghêzbarên şaredariyê ji xeynî sazî û dezgehên cemaweriyê, tahsîsî hin komele û weqfana hatiye kirin. Her wiha navê van komeleyan û kesên wan bi rê ve dibin di raporê de cih negirtine.
XETÊN DOLMÎŞ Û OTOBÊSAN LI DIJÎ MEWZÛATÊ NE
Di raporê de hat destnîşankirin ku xetên otobêsên gel û dolmîşan li dijî mewzûtê hatine dayîn û plakeyên 494 texsiyan jî bêyî îhale hatine dayîn.
Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku serwîsên di nav sînorên Şaredariya Bajarê Mezin de dixebitin, plakeyên wan li ser daxwaznameyê bêyî îhale hatine dayîn û weayîtên gihaniyê yên giştî yên li nav bajêr jî, belgeyên wan bêyî îhale hatine dayîn.
Her wiha nelirêtiyên din ên di raporê de cih girtin jî ev in:
“*Hin otobêsên gel ên li gor astengdaran nehatine çêkirin hatine xebitandin.
*Di hin îhaleyan de lîsteya mahalî nehatiye amadekirin.
*Di îhaleya xwarinê de maliyet zêde hatiye hesabkirin û bedêla xwarinê pêşin hatiye dayîn.
*Di hin biryarên meclîsê de dem û miqdar hatiye diyarkirin.
*Tahsîlata diviya ji şebekeyên telekomunasyonê bihatana girtin, nehatine şopandin.
*Para ji baca hawirdor û paqijiyê tê girtin, tahsîlata wê nehatiye kirin.
*Hin personelên ne di unvana kadroya normî de ne hatine xebitandin.
*Hin pêkanînên li dijî hikmên qanûna şevnişîna ya jimare 775'an."
MA