'Tirkiye koçberan wekî koz bi kar tîne'

Rêvebirê kampanyaya "Hepimiz Goçmeniz-Irkçiliga Hayir" (Em Hemû Koçber In) Ozan Tekîn diyar kir ku YE ji bo rawestandina koçberan hin taw,z dane Tirkiyeyê, lê belê ev ne tiştine insanî ne û got, Tirkiye, di bazariya xwe ya bi YE'yê re koçberan wekî koz bi kar tîne.

Penaberên ji welatên xwe koç kirin û hatin Tirkiyeyê di şert û mercên dijwar de dijîn. Di demên dawî de jî rayedarên hikûmetê ew hedef digirin. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, ragihandibû ku wan "Peymana Paşqebûlkirinê" ku di sala 2016'an de ji bo penaberan bi beramberiya pereyan bi Yekîtiay Ewropayê (YE) re îmze kiribû, hlawistiye. Walîtiya Stenbolê jî diyar kiribû ku ew ê penaberên netomarkirî dersînor bikin û ji bo vê jî heta 20 Tebaxê dem diyar kiribû. Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî penaberên ji Afrîqayê hedef girtibû û gotibû: "Em ê nehêlin saeta bi lîreyekê dikirin lê bi 10 lîreyan bifiroşin."

'JI BO BAZARIYÊ WEKÎ KOZ TÊN BIAKRANÎN'

Rêvebirê kampanyaya "Hepimiz Goçmeniz-Irkçiliga Hayir" (Em Hemû Koçber In) Ozan Tekîn ji bo "Peymana Paşqebûlkirinê" got: "Ne insanî ye, di warê siyasî de çewt e. Lê belê Tirkiye jî bi hincetên insanî dev ji vê peymanê bernade, di bazariya xwe ya bi YE'yê re koçberan wekî koz bi kar tîne.

Tekîn, destnîşan kir ku jixwe "Peymana Paşqebûlkirinê" baş pêk nayê û hilwistana wê jî ne tiştekî ew qas krîtîk e. Tekîn, got: "Tirkiye di bazariya xwe ya bi Ewropayê re dibêje 'em ê sînoran vekin.' Yanî dibêje, em koçberan cardin bişînin Ewropayê. Ev feraseta ku bi vî çavî nêzî koçberan dibe çewt e. Pirsgirêka herî sereke jî ew e ku ev demeke li Stenbolê sûriyeyî hepsî malan hatine kirin û dixwaizn wan derîsînor bikin û biz orê bişînin. Wekî kampanyaya 'Hepimiz Goçmeniz-Irkçiliga Hayir' (Em Hemû Koçber In) şik û gumana me ev yek bixwe ye. Ji bo rayedar dev ji vê pêkanînê berdin çi ji destê me bê em ê bikin."

MA / İrfan Tuncçelik