top of page

Serokatiya Kurdistanê li ser bûyera bêrêziya bi Ala Kurdistanê daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê bûyera reftara efserekî Iraqê li ser gorên bikom ên Semaweyê li beramber Ala Kurdistanê û kesûkarekî Enfalkiriyan daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Reftara bi vî awayî tênegihîştin û rêznegirtina li Destûra Iraqê ye û cihê dilgiraniyê ye.”

Di daxuyaniya xwe de ku îro Çarşemê û bi îmzeya Serokê Dîwana Serokatiyê, Fewzî Herîrî hatiye belavkirin, Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, “reftara nehêja ya efserekî Iraqî li hember Ala Kurdistanê ya di stuyê kesûkarekî qurbaniyên Enfalê de li parêzgeha Musenayê, ku gelek bertek li pey hatin, cihê dilgiraniyê ye.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar dikr: “Em tekez dikin ku karekî bi vî awayî, tênegihîştin û rêznegirtina li Destûra Iraqê ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de, daxwaza parastina rihê pêkvejiyanê û rêzgirtina li Destûr hatiye kirin û tê gotin: “Nabe karekî wiha ku ji aliyê kesekî ve hatiye kirin, bibe sedema alozî û bertekên nayasayî li ti cihekê. Divê hemû alî rijê pêkvejiyanê û toleransê biparêzin û rêz li Destûr û mafên destûrî yên hemû pêkhateyan bê girtin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha spasiya helwesta Parêzgarê Musenayê li hember vê bûyerê û hemû aliyên din ên xwedî helwêst dike û destnîşan dike: “Em spasiya birêz Parêzgarê Musenayê dikin ku ji ber vê bûyerê lêborîn xwestiye, rêkarên yasayî li hember wî efserî hatine pêkanîn.”

Roja derbasbûyî, li parêzgeha Musena ya Iraqê û li nêzîk goreke bikom a li Semaweyê, efserekî Iraqî li ber çavê çend şêwirmendên Serokomarê Iraqê rê li welatiyekî Kurd girtibû, ku Ala Kurdistanê bixe ser milê xwe.

Ev bûyer bû sedema bertekên tund ên aliyên Kurdistanî hatibû û parlamenterê Kurd ê ser bi Fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Musena Emîn di civîna parlamentoyê de jî, ev bûyer anîbû rojevê û ji ber vê yekê jî li parlamentoyê alozî derketibû.

Piştre ji ber heman bûyerê, Parêzgarê Musenayê bi fermî ji gelê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesûkarên qurbaniyên Enfalê lêborîn xwest.

RÛDAW

bottom of page