Berpirsekî ENKSê: PYD bêyî PKKê nikare tiştekî bike!

Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, danûstandin bi PYDê re gelekî zehmet e ji ber ku ew bêyî PKKê nikarin tiştekî bikin!

Berpirsê ofîsa ENKSê li Herêma Kurdistanê, Newaf Hesen ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hêzên hevpeyman dixwastin ENKS û PYDê li hev bînin da ku kurd li Rojavayê Kurdistanê bibin yek lê ew hewl û însiyatîf bê encam man.

Li ser sebeba wê jî, Newfa Hesen gotiye, ENKSê daxwaza berdana girtiyan kiribû her wiha daxwaz kiribû PYD rê bide serkirdeyên ENKSê derbasî Rojava bibin û ofîsên ENKSê li Rojava bên vekirin. Lê PYD ti gavek nehavêt.

Wî berpirsê ENKSê daye zanîn, bi destpêkirina însiyatîfa hêzên hevpeyman re, zext û zora PYDê li ser wan zêdetir bû û girtina endam û serkirdeyên wan berdewam bû. Heta niha jî nayê zanîn çend serkirdeyên wan yên mîna Fuad Îbrahîm, Cemîl Umer, Emîr Hamid û çend kesên din li ku ne. PYD dibêje ne li ba me ye. Wê çaxê yan di bin îşkencê de hatine kuştin yan jî teslîmî rêjîma Sûriyê hatine kirin.

Bi gotina wî berpirsê ENKSê, danûstandin bi PYDê re gelekî zehmet e ji ber ku ew bêyî PKKê nikarin tiştekî bikin.

BasNews