top of page

36 saliya jenosîdkirina Barzaniyan bibîr tê

Îro 31. 7. 2019 bi merasîmekê salvegera 36emîn a jenosîdkirina heşt hezar Barzaniyan li devera Barzanî birêve diçe.

Birîkarê Wezareta Şehîdan û Enfakiriyan Berevan Hemdî derbarê wê rêûresmê de ji K24ê re ragihand, bi beşdariya malbatên qurbaniyan, her sê serokatiyên Herêma Kuridstanê, Parlemana Iraqê, nûnerên Hikûmeta Iraqê û nûnerên rêxistinên navdewletî, îro demjimêr 14:30 merasîm destpê dike.

Ragihand jî, di rêûresmê de, peyama malbatên enfalkiriyan û serokatiyên Herêmê tên xwendin û paşê tacegulîn li ser mezara enfalkiriyan li Goristana Jenosîdakiriyên Barzaniyan tên danîn.

Di sala 31. 07. 1983an de rejîma Beis a hilweşiyayî zêdetirî 8 hezar zilamên Barzanî enfal kirin û piştî wê jî bi çend qonaxan sedan hezar Kurdên din li çend navçeyên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê proseya Enfal (Bi zindî çalkirin û bê serûşûm kirin) destpê kir û îro salvegera enfala Barzaniyan e.

K24

S. B

bottom of page