BARZAN - Bîranîna şehîdên Enfalê di asteke bilind de birêve diçe

July 30, 2019

 Li nav parlamentoya Iraqê ji ber Ala Kurdistanê, di navbera parlamenterekî Kurd û Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê de alozî derket.

 

Serokê Fraksyiona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Musena Emîn di civîna îro ya parlamentoyê de, mijara helwesta efserekî Artêşa Iraqê ku li ser gora bikomî ya li Semaweyê daxwaz ji kesûkarekî Enfalkiriyan kiribû, Ala Kurdistanê bîne xwarê, anî rojevê.

 

Musena Emîn bi tundî helwesta wî efserê Artêşa Iraqê şermezar kir û daxwaz kir, lêpirsîn bi wî efserî re bihê kirin.

 

Li hember wan gotinan, Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê, Hesen Keibî ku serokatiya civîna îro dikir, bersiva parlamenterê Kurd, Musena Emîn da û ji civînê derket.'

RUDAW

 

Please reload