top of page

“Li girtîgehên Tirkiyê rojane eşkence li welatiyan tê kirin”

Endamê Komisyona Vekolîna Mafê Mirovan ya Parlamena Tirkiyê û Parlamenterê HDPê Omer Faruq Gergerlioglu got: Li girtîgehên Tirkiyê rojane eşkence li welatiyan tê kirin.

Parlamenterê HDPê Omer Faruq Gergerlioglu ragihand, li Tirkiyê eşkence li mirovan tê kirin, herî dawî li bajarê Qeyseriyê welatiyê bi navê M.A.C 4 rojan rastî eşkencê hatiye.

Da zanîn jî, pirs ji Cigirê Serokomarê Tirkiyê Fuaf Oktay re jî hatiye birêkirin ku li Nisêbînê, li Enqerê û li gelek bajarên din ku bi raporên doktoran tespit bûye eşkence berdewam e.

Omer Faruq Gergerlioglu diyar kir, polîs dixwezin welatî di bin eşkenceyê de wek tawanbar li xwe mikur werin û bişînin zîndanan.

Herî dawî li Diyarbekirê jî, çar zarokên binçavkirî rastî eşkenceyeke giran ya polisên Tirkiyê hatibûn.

Gergerlioglu bang li Serokomariya Tirkiyê dike, ku lêpirsinê di derbarê eşkenceyên li welatiyan dibin, bidin destpêkirin.

K24

S. B

bottom of page