Heyata PAKê li Hewlêrê seredana PDKê Kir
Heyeteke PDKê ku ji Elî Hûsên (Endamê Meclîsa Serkirdayetîyê û Berpirsê Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî) û Endamên Mekteba Eleqat a PDKê(Buroya Peywendiyan), Nizar Botanê , Karzan Norî , Silêman Hisên, Cîhan Rojbeyanî pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Endamê Meclîsa Serkirdayetîyê û Berpirsê Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî yê PDKê Elî Husên ji ber vê zîyaretê spasîya heyeta PAKê kir. Herweha li ser rewşa û aramîya li Başûrê Kurdistanê de agahdarî da û bîr û rayên partîya xwe anî ziman.
Li ser navê heyeta PAKê jî Kasim Ergun jî ji ber vê pêşwazîya germ spasîya heyeta PDKê kir û li ser rewşa PAKê, doza daxistina PAKê agahdarî da, parastina bi kurdî ya ku PAKê li Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê kiribû, pêşkêşî heyeta PDKê kir. Kasim Ergun pîrozbahî li Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir û serkeftin ji PDKê û ji hemû partîyên ku di Hikûmetê de cîh girtine xwest.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun herweha di vê hevdîtinê de li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê agahdarî da û bîr û rayên PAKê anî ziman.
BasNews