Bi egera PKKyê zêdetir ji 400 gundên deverên sinûrî hatîne çolkirin
Lîwa Şêrko Zengene, bi ajansa Anadola Tirkiyê re gotîye: Bi egera bizavên PKKyê û nêzîkbûna wan li gundên deverên sinûrî yên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de, rojane gundîyên wê sinûrê, deverên xwe bici dihêlin, gundên xwe çol dikin û awareyê bajar, bajarok û gundên din dibin ev jî cihê nîgeranîya hemû alîyekê ye.
Ewî fermandey gotîye: Hejmara gundên ku heya niha bi egera PKKyê hatîye çolkirin zêdetir ji 400 gundane û awarebûna gundîyan ji deverên sinûrî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de rojene berdewame.
Herweha gotîye, dema bingeh û baregehên PKKyê li deverên sinûrî dihên burdûman kirin, PKK xwe zêdetir ji gundên sinûrî nêzîk dike û bi egera wê yekê jî xelk zêdetir ji wan deveran aware dibin. Em hikumet û supayê Îraqê ji hemû burdûmanan, pêşhatan û tevaya hûrgelîyan haydar dikîn.
Lîwa Şêrko amaje bi wê yekê jî daye, ku bi egera PKKyê salane zîyaneke mezin digehîne berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê.
Herweha dibîje: Herêma Kurdistanê cihê PKKyê nîne û nabe bo berjewendî û sîyasetên xwe zîyanê bigehîne Herêma Kurdistanê û bi vî awayî destwerdanê di jîyana hevwelatîyên Herêma Kurdistanê de bikin û xelkî bêzar bikin.
K24