Agir bi gundên Suryaniyan ketiye

Roja şemî û yekşemê li şeş gundên suryaniyan ên li derdora Çiyayê Bagokê agir bi dar û daristanan û bi zeviyan ketiye. Di encama agirî de gelek zevî, rez û 700 dar şewitî ne. Her weha zerar gihîştiye Dêra Zaferanê jî ziyan dîtiye.

Şeş gundên (Elbeğendi, Güzelsu, Dibek, Üçköy, Üçyol, Dağiçi) ku agir bi wan ketiye gundên suryaniyan e. Ji ber wê, hatiye îdiakirin ku agir di encama sabotajekê de derketiye. Tuma Çelîk Parlamenterê HDPyê yê Mêrdînê û Evgil Turker, Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan derbarê agirî de ji bianetê re axivî.

Çelîkî got, “Ne sabotaj be jî piştguhkirineke cidî heye. Bi salan e li heman herêmê ‘ji ber trafoyan’ agir derdikev û ji bo vê jî tiştek nayê kirin.”

Çelîkî bibîr xist û got par di van rojan de pirsgiyarnameyek pêşkêşî Parlamenê kiriye lê bersiva wî nehatiye dayîn.

Tûma Çelîkî wiha berdewam kir:

“Ew der koyistan û daristan e, gîhayekî zêde li wir heye, cihekî wisa ye ku çirûskeke biçûk jî li wir pêkeve mirov nihake xwe bigihînê. Mixabin dewlet derfeta bikaranîna helîkopteran nade.

“Her carê wêrankariyek mezin a xwezayê çêdibe. Heke li wir bîstan hebin, çandinî hebe, mirov jî zerarê dibînin.

Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan: “Em dixwazin rastiya bûyerê bizanibin

Evgîl Turker, Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan a Tirkiyeyê got, “Hemû rezên li wir, niha demsala rezan e, hemû şewitîn, zerareke mezin heye.”

Turkerî wiha axivî: “Cenderme hêzên asayişê ava dikin. Çi bûye em dixwazin bizanibin.

“Divê rayedar li Çiyayê Bagokê bi taybet xetên elektrîkê yên bi pirsgirêk çêbikin, divê bi lez û bez misoger bê kirin, dibe ku encamên xirabtir pêk bên.

“Ya din jî bila însanên me hinekî baldar bin, ev der zuha ye, pênc şeş mehan qet baran nayê, gîhayên hişk hemû jî weke barûdê ne, divê însanên me li vê baldar bin.”

Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê (ESU) jî daxuyaniyek weşandiye û otiye divê lêkolîn li ser sedema derketina agirî bê kirin. (PT/FD)

Pınar Tarcan

bianet politika ve çevre editörü. Habertürk ve Vatan gazetelerinde muhabirlik ve politika editörlüğü yaptı. Marmara Üniversitesi İletişim Fakültesi Radyo, TV ve Sinema Bölümü mezunu.

bianet