Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
Li bajarê Wanê dema qedexeya her cure çalakî û xwenîşandanan careke din hate dirêjkirin.
Li Wanê çalakî û xwenîşandan 979 roj in qedexe ye û Parêzgeriya Wanê careke din dema qedexeyê heta 15 rojan dirêj kir.
Parlementerê Wanê yê HDPê Murat Sarisaç jî nerazîbûn li dijî qedexeyê nîşan dide û dibêje: Qedxeya li Wanê ne biryareke keyfî ya parêzgerî ye. Qedexe, siyasta Hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan eşkere dike.
Murat Sarisaç dibêje: Çalakî tenê ji bo Kurdan û HDPê qedexe ye, lê ji bo AK-Partiyê ne qedexe ye.
K24
S. B