Newaf Reşîd: Ji ber PKKê metirsiyeke mezin li ser Rojavayê Kurdistanê heye
Newaf Reşîd ji malpera KiDP.infoyê ra axivî û got: “PKK bûye nexweşiyeke mezin û ketiye laşê kurdan de. Wek şêrpenceyê ye. Li her cihekî destkeftên kurdan hebin ew dijayetiya wê dikin û kar dikin ji bo têkdana wê. Karê wan ê sereke jî dijayetiya projeya neteweyî bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî ye, ku ev jî cîbicîkirina pilana welatên dijmin e.”
Reşîd wiha got: “Niha PKK hemû karekî dike ji bo ku welatan bikşînin nava perçeyên Kurdistanê û kurd herdem di nava şer de bin, lewma jî dema wê yekê hatiye ku şoreşek li dijî PKK jî bê kirin û ji hemû perçeyên Kurdistanê derkevin. Eger ew yek pêk neyê dê Kurdistan rastî şerekî mezin bibe û niha metirsiyeke mezin ji ber PKKê li ser Rojavayê Kurdistanê heye. Li Rojavayê Kurdistanê bi ti awayî şer ne di berjewendiya kurdên Rojava de ye.”
Newaf Reşîd wiha domand: “Gefên Tirkiyê cidî ne û metirsî ne heya ku PKK li Rojavayê Kurdistanê be.”
BasNews